All NewsTop

Di sala 2023’an de li Ermenîstanê enflasyon ji sedî 2 hatibû tomarkirin û tenê di meha Kanûnê de li gorî Kanûna berê ji sedî 0,6 kêmbûna enflasyonê hatibû tomarkirinê

Li Ermenîstanê di navbera Çile-Kanûna 2023an de li gor heman heyama sala borî enflasyon ji sedî 2 bû. Li ser vê yekê  ji Komîteya Îstatîstîkî ya Neteweyî agahî digire.

Li gorî daneyên Komîteya Îstatîstîkî ya Neteweyî, di Kanûna 2023’an de li gor heman heyama sala borî li piyaseya xerîdaran a Ermenîstanê ji sedî 0,6, li gor meha Mijdarê jî ji sedî 0,9 enflasyon hat tomarkirin.

Di sala 2023an de li gor sala borî bihayê xurek û vexwarinên bê alkol ji sedî 0,5 kêm bûye û li gorî meha Mijdarê biha ji sedî 2 zêde bûye.

Vexwarinên alkol, berhemên tûtinê di salekê de ji sedî 8,5, cil û berg û pêlav ji sedî 5,2, xizmetên xanî, av, elektrîk, gaz û cureyên din ên sotemeniyê ji sedî 2,8 zêde bûne.

Li bazara berhemên nexwarinê jî enflasyon hat tomarkirin. Di meha Çile-Kanûnê de li gorî par biha ji sedî 1,7 zêde bû.

Di sektora xizmetê de enflasyoneke girîng hat tomarkirin. Di sala 2023an de, li gorî sala borî, enflasyon ji sedî 4,5 bû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button