All NewsTop

Dewletên Yekbûyî dê piştgiriya xwe ya xurt ji bo hewldanên ji bo pêkanîna aştiyê berdewam bike. Bono

Loû Bono, Şêwirmendê Pilebilind ê Danûstandinên Kafkasyayê di serdana xwe ya Êrîvanê de, bi rayedarên payebilind ên Ermenîstanê re hevdîtin pêk anî û li ser berfirehkirina hevkariyên Ermenî-Amerîkî û her wiha hewldanên ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li herêmê gotûbêj kirine. Ev yek li ser rûpela Facebookê ya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Ermenistanê hat ragihandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Amerîka dê piştgiriya xwe ya bi hêz ji bo hewldanên ji bo bidestxistina aştiyeke bi rûmet û mayînde bidomîne.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button