
Bakû ji bo ku ji Ermenîstanê tawîzên nû yên siyasî û erdnîgarî bigire, girtiyên ermenî dîl digire. Serokê Navenda Hiqûqa Navdewletî û Berawirdî Sîranûş Sahakyan di axaftina xwe ya bi Sputnik Ermenîstanê re nêrînek wiha anî ziman û diyar kir ku piştî vegerandina 32 girtiyên ermenî yên vê dawiyê ji bo 2 sûcdarên Azerbaycanê, êdî li Ermenîstanê girtî nemane.
“Me di berdêla peydakirina nexşeyên zeviyên mayinkirî an valakirina hin niştecihan de bûyerên bi vî rengî dîtin. Di hin rewşan de, aliyê ermenî xizmetên navbeynkariyê yên ji welatên bi vî rengî, yên ku bi rastî dijmin in, qebûl dikirin. Bi vî awayî Azerbaycanê navûdengê xwe bilind kir, ev jî mijareke siyasî ye. Em bi taybetî behsa Macarîstanê dikin. Bi gotineke din vegerandina êsîr û girtiyên siyasî jî mimkun e, lê bêguman dê li hember vê yekê daxwazên siyasî bên pêşkêşkirin û bêyî razîbûna wan, Azerbaycan ti pirsgirêkeke mirovî çareser nake.”







