All NewsTop

3 şîrketên herî mezin ên cîhanê wê bikevin bazara Ermenîstanê. cîgirê wezîr

Tê payîn ku sê ji mezintirîn şîrketên cîhanê nûnertiya xwe li Ermenîstanê vekin. Alîkara Wezîrê Aboriyê Anî Îspîryan di civîna çapemeniyê de ev tişt ragihandîe.

Îspîryan gotîe, “Di sala 2024’an de gere em 21 çalakiyan pêk bînin û di encamê de jî hawîrdora veberhênan û karsazî pêş bikeve.”

Alîkarê Wezîr bal kişand ser 3 xalên mezin. “Yek vekirina nûneratiyên 3 ji 500 şîrketên herî mezin ên cîhanê li Ermenîstanê ye. Ya duyemîn jî ew e ku di nav lîsteyên 30 markayên herî mezin ên cîhanê de bikeve Ermenîstanê.”

Bernameya din a ku Îspîryan destnîşan kir bernameya teşwîqkirina hilberîna hilberên tevlihev ên aborî ye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button