All NewsTop

Em hêvî dikin ku Azerbaycan bi eşkere prensîbên rakirina dorpêçê piştrast bike. Sekreterê Konseya Ewlehiyê

Azerbaycanê rêkevtina xwe li ser prensîbên vekirina kanalên ragihandinê daye, niha jî aliyê Ermenî hivîêye ye ku Azerbaycan bi eşkere rêkeftina xwe piştrast bike. Sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Ermenîstanê Armên Grîgoryan di axaftina xwe ya bi rojnamevanan ra ev tişt gotîe.

Wî bi bîr xist ku Ermenistan bi israra xwe berdewam dike ku her binesaziya ku were rakirin gere di bin serwerî û dadweriya wî welatî de be û rakirina blokan jî li ser bingehê prensîbên wekhevî û hevberdanê pêk were.
“Ev prensîbên sereke ne ku em amade ne ku dorpêçê organîze bikin û di vî warî de bixebitin. “Ermenistan dê ji bo rakirina blokên binesaziyên herêmî yên hevpar xebatên xwe bidomîne,” Grîgoryan gotîe.

Sekreterê Konseya Ewlekariyê bal kişand ser wê yekê ku helwêstên Ermenistan û Îranê di mijara vekirina rêyên ragihandinê de li hev tên.
Li gorî wî, di çarçoveya projeya “Xaçerêya Aştiyê” ya ku ji aliyê Serokwezîr Nîkol Paşînyan ve hatiye pêşkêşkirin, bi şopandina van prensîban dibe ku li herêmê îstîqrar û aştiyeke zêde were bidestxistin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button