
Ji bo berferehkirin û pêşxistina peywendiyên sûdmend li ser asta cîhanî, di sala 2023 de, Ermenîstanê bi sê welatên din re têkiliyên dîplomatîk saz kir: Trînîdad û Tobago, Erebistana Siûdî û Botswana. Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê Anî Badalyan di mîkrobloga xwe ya X de nivîsî.
“Niha hejmara welatên ku bi Ermenîstanê re têkiliyên dîplomatîk hene 182 ye,” dîplomat destnîşan kir.







