All NewsTop

Ermenîstan hêvî dike ku hevkarîya bi serokatiya Belçîkayê ya di Konseya YEyê de kûrtir bike. Mîrzoyan

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan xebatên Îspanyaya ku serokatîya xwe ya li Konseya Yekîtîya Ewrûpayê qedandîye bilind nirxand û pêşwazîya serokatîya Belçîkayê ya sala 2024an kir.

Mîrzoyan di mîkrobloga xwe ya X de bi taybetî wiha nivîsî: “Ji bo çalakiyên ku di demên pir dijwar de têne kirin, Jozê Manûêl Albarêz û Spanyaya ku serokatiya xwe ya Konseya YE diqedîne pîroz dikim.”

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê bi qîmet nirxand ku serokatîya Îspanya di Konseya YEyê de rojeva hevpar bi mebesta xurtkirina hevkarîya Yekîtîya Ewrupa bi Ermenîstanê re li ser esasê nêrîneke hevpar pêş xist.

“Bi dilgermî bixêrhatina Serokatiya Belçîkayê ya Konseya Yekîtiya Ewropayê dikim, ji hevkarê xwe Heca Lehbîb re serkeftinê dixwazim. Ermenîstan hêvî dike ku di sala 2024an de bi serokatiya Belçîkayê ya di Konseya YEyê de bi hev re bixebite da ku hevkariya me ya bi YE re hîn kûrtir û xurt bike da ku daxwazên hemwelatiyên xwe bi bandor pêk bîne.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button