All NewsTop

Wezîrê Karên Derve yê Îranê îdiaya ku Santrala Nukleerî ya Mêtsamorê çemê Araksê qirêj dike gotîe wekî derewe

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hûsêyîn Amîr Ebdûllahîan îdiayên ku dibêjin Santrala nukleerî ya Mêtsamorê ya li Ermenîstana cîran dibe ku sînorê çemê Araksê bi madeyên radyoaktîf qirêj bike derewe.

Wezîrê karên derve yê Îranê roja yekşemiyê li Têhranê beşdarî civîna Komîteya Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Îranê bûye.

Amîr Ebdûllahîan di bersiva pirseke endamekî parlementoyê de ku nûnerê her du navçeyên sînorî yên parêzgeha Erdebîlê ye li bakurê rojavayê parêzgeha Erdebîlê, nîgeraniyên li ser gemariya radyoaktîf a çemê Araksê red kirîe.

Wî got: Rapora teknîkî û karên pişkinînê yên Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê îhtîmala pîsbûna rûbarê Araksê di encama xebata santrala etomî ya Metsamorê li Ermenistanê red kirîe.

Berî niha medyaya Azerbaycanê ragihandibû ku santrala atomî ya Metsamorê her roj 12-16 hezar metrekup bermahiyên radyoaktîf dirijîne çemê Araksê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button