All NewsTop

Welatên ku behsa çêkirina korîdoreke dervayî erdnîgariyê dikin li Ermenîstanê amade ne ku heman tiştî li ser axa xwe bikin? Balyozê Îranê

Helwesta me ne hatîe gahartinê: Em li dijî guhertinên sînorî û jeopolîtîk ên herêmê ne. guhertina sînoran ji bo me xeteke sor e, li ser asta bilindên desthilatên Îranê hat ragihandin û ti kes nikare jê paşde bisekine. Mêhîd Sobhanî Balyozê Awarte û Temsîlkar ê Komara Îslamî ya Îranê li Ermenistanê di hevpeyvînekê de ligel televizyona giştî ya ragihandîe.

Balyoz bal kişand ser wê yekê ku tu wateya çêkirina korîdoreke derveyî axa welatekî din tune ye û kanalên ragihandinê yên her welatekî di destê dewletê de ye ku serweriya xwe li wê axê bi kar tîne.

“Ez wisa difikirim ku li ser pirsa korîdora derveyî axa Ermenîstanê tu eleqeya xwe bi hiqûqa navneteweyî, yekparebûna axa welatan û serweriya neteweyî re nîne. Weke ku di bernameya “Xaçerêyên Aşitiyê” ya serokwezîrê Ermenistanê de hatiye gotin, her pêwendiya erdî li ser axa Ermenistanê divê di bin serweriya netewî ya wî welatî de kar bike. Welatên ku behsa korîdoreke dervayî axa Ermenîstanê dikin, gelo amade ne ku li ser axa xwe korîdorên bi vî rengî yên dersînorî çêbikin? Ez difikirim ku bersiv neyînî ye. Ji ber vê yekê, tiştê ku ji bo xwe nexwazin, bila ji yên din re jî nexwazin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button