All NewsTop

Armanca stratejîk a hukûmeta Ermenîstanê ew e ku profîla dîjîtal a hemwelatiyê biafirîne. serokwezîr

Armanca stratejîk a hikûmeta Ermenîstanê çêkirina profîla dîjîtal a hemwelatiyê ye û di vê pirsêda de pasaporta biyometrîk pir girîng e. Serokwezîr Nîkol Paşînyan di civîna hikûmetê de ev tişt ragihand.

“Niha pirsgirêka me ya stratejîk a gerdûnî ew e ku dema kesek li ser platformek dîjîtal xwe pêşkêşî saziyên dewletê bike an jî bi giştî gava têkeve nav têkiliyên qanûnî, xwe weha bide nasîn, derfeta me heye ku em kesek li ser înternetê nas bikin. Ji bo vê yekê, pasaporta biyometrîk û karta nasnameyê girîngiyek bingehîn e.

Ev pêngaveke bingehîn e, lê gava yekem e û gere em mekanîzmayekê biafirînin ku bikarin di qada dîjîtal de kesekî nas bikin û piştrast bin ku ew kesê ku xwe pêşkêşî saziya dewletê dike, tam ew kesê ku xwe pê dide nasîn e. Guman ew ê gengaz be ku rastkirina îmzeya elektronîkî û hemî danûstendinên ku em niha dikin bikin. Mesela bi bikaranîna pasaportê di encama vê pêvajoyê de gere em li malê rûniştî, bi telefonê yan jî kompîturê îmkana me hebe.”

Li gorî wî, gere gava bê qebûlkirin û derxistina nasnameya mobîl be.

Paşînyan wiha got: “Ev tê wê wateyê ku piştî wergirtina karta nasnameyê gere mirov wê li malê bihêle da ku winda nebe û di hemû rewşên din de jî gere em derfetê bidin ku daneyên nasnameyê bi serîlêdana dîjîtal û mobîl bikar bînin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button