All NewsTop

Havînê koma hackkirinê ya Midûriyeta Giştî ya Îstixbarata Rûsyayê êrîşî saziyên dewletê yên li Ermenîstanê kirine

Koma hakerê Fancy Bear ku girêdayî Midûriyeta Îstixbarata Giştî ya Rûsyayê (GRU) ye, vê havînê li Ermenîstan, Ûkrayna û Tacîkîstanê li dijî saziyên hikûmetê êrîş pêk anîne. Pisporê ewlekariya agahiyan Samvêl Martîrosyan civîna ligel rojnamevanan de ev tişt gotîe.

Û wî got jî ku ev grûpa hacker di van 10 salên borî de çend caran êrîşên giran li ser Ermenîstanê, di nav de saziyên dewletê, kirine.

Martîrosyan destnîşan kirîe, “Em vê yekê ji rapora ku ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve hatiye weşandin jî dizanin.”

Pispor her wiha got, beriya êrişên Azerbaycanê yên li ser Qerebaxê, êrişên li ser avahiyên dewletê yên Ermenistan û Qerebaxê jî hatine kifşkirin, ku li gorî her tiştî zêde serkeftî nebûne

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button