All NewsTop

Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê hîn jî ji bo kontrolkirina dîjîtal a çavkaniyên enerjiyê û bargiran bazarek yekane nîne. Paşînyan

Yekîtiya Avrasyayê hîn pirsgirêkên avakirina bazarek yekbûyî ya çavkaniyên enerjiyê û kontrola dîjîtal a bargiran çareser nekiriye. Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di civîna Konseya Bilind a Aborî ya Avrasyayê gotîe.

Wî bal kişande ser wê yekê ku aliyê Ermenistanê pêşwaziyê li îmzakirina peymaneke tev-format a bazirganiya azad bi Îranê re dike, ku dê bibe alîkar ku peywendiyên aborî û lojistîkî bi Îranê re pêşve bibin û bingehek girêbestî ya bihêz ji bo projeyên hevbeş çêbike.

Li gorî Paşînyan, nebûna biryarên derbarê bazara yekgirtî ya enerjiyê de, yek ji çend pirsgirêkên bingehîn e ku di Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê de kom bûye.

Vê çarçovê de, Paşînyan got, Ermenistan amade ye ku ji bo dabînkirina hevsengiya berjewendiyên welatên Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê li ser pirsên çaresernebûyî, ji bo baştirîn bikar anîna potansiyela bazarên hevpar ên enerjiyê yên Yekîtiyê, nêzîkatiyek nerm bike. Hevdem amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîste hevkarî di warê bikêrhatina enerjiyê û enerjiya nûjen de berfirehtir bibe.

Li gorî Paşînyan, mijareke din a girîng pêkanîna teknolojiyên dîjîtal di pêvajoyên karsaziyê de bi tevlîbûna civakên IT ên 5 welatên Avrasyayê ye. Ew bi taybetî di ronahiya sepana pratîkî ya îstîxbarata sûnî de têkildar e, ku fersendên nû vedike ji bo berhevkirina daneya xebitandinê û analîzek bi bandor a çalakiya aborî.

Li gor Paşînyan, danasîna sîstemeke bi bandor a kontrolkirina kargoya dîjîtal bi taybetî ji bo Ermenîstanê ku bi welatên din ên Yekîtîyê re tixûbek hevpar nîne, girîng e. Ev yek ji bo bazirganiya Ermenîstanê hin zehmetî û lêçûnên aborî çêdike, lê di heman demê de ji bo tevahiya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê derfetek bêhempa ye.

Paşînyan got, “Eger em bi rêgez û kontrolên herî kêm bi teknolojiyên nûjen di derbasbûna hêsan a kelûpelan de ji sînorên dewletê bi ser bikevin, em ê ji bo pêşxistina têkiliyên Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê bi welatên sêyemîn ên eleqedar re derfetek bêhempa bi dest bixin.”

Wî her wiha pêşwazî li îmzakirina peymana bazirganiya azad a giştalî ya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê bi Îranê re kir, ku dê bibe alîkar ji bo bihêzkirina peywendiyên aborî û lojîstîkî û dê rê bide ku bingehek girêbestî ya bihêz li jêr bernameyên pêşkeftina hevbeş were danîn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button