
Îranê ev çend sal in hêlên xwe yên sor xêz kiriye û bi berdewamî van xalan bi bîr tîne: prensîbên yekparçeyiya axê, neguherîna sînoran û nepejirandina guhertinên jeopolîtîk. Serokê Sindoqa Geşepêdana Hevkariya Ermenistan û Îranê Poya Hûsêynî di axaftina xwe ya bi NEWS.amê ra behsa vê yekê kirîe.
Li gorî wî, Îran jî ji pirsa “Korîdora Zengezûrê” nîgeran e. “Îranê hewl da ji bo “Korîdora Zengîzûrê” rêyeke alternatîf çêbike. Helbet hertim rêyek hebûye ku Azerbaycanê bi ser axa Îranê ve bi Nexçewanê ve girêdide, lê niha ew rêyên hesinî û rêyên baştir e û ew rê jî dê di bin kontrola Îranê de bin. Bi vê yekê Îran çend armancan dişopîne. Pêşîn, ew bi pêşkêşkirina alternatîfek Korîdora Bell bêbandor dike. Duyem, eger rêya ku Azerbaycanê bi Naxîçewanê ve girêdide di bin kontrola Îranê de be, Îran bandora xwe li ser Azerbeycan û Tirkiyê diparêze û bandora Îranê li Başûrê Kafkasyayê hîn zêdetir dibe. Her wiha daxwaz û armancên dijmin jî bêbandor dike.”







