All NewsTop

Okampo rapora duyemîn a li ser Qirkirina Qerebaxê weşandîe

Wezîrê Dewletê yê berê yê Komara Qerebaxê Artak Bêglaryan li ser rûpela xwe ya Facebookê gotîe, Okampo rapora duyemîn a li ser Qirkirina Qerebaxa Çiya û behsa mekanîzmayên pêşîlêgirtin û cezakirinê weşand.

“Di 18’ê Kanûnê de Serdozgerê Yekemîn ê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî Lûîs Morêno Okampo rapora xwe ya duyemîn a li ser jenosîda gelê Qerebaxa Çiyayê ji aliyê Azerbaycanê ve di sala 2023’an de weşand.
Ev rapor balê dikişîne ser rewşa Qerebaxê, û tekezî li ser lezgîniya azadkirina zêdetir ji bîst qurbaniyên jenosîdê dike, ji wan sê serokên berê yên Artsaxê û pênc serkirdeyên din ên zindankirî li Azerbaycanê. Girtina wan beşek ji jenosîdê ye û ji civaka wan re peyamek e: “Eger hûn vegerin Qerebaxê, hûn ê birçî bimînin, bibin zindan an jî werin kuştin.”

Rapora tevahî dikare li vir were dîtin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button