Zêdetirî 1 sal derbas bû ku hate zanîn ku Rûsyayê çekên bi sed milyon dolarî ji Ermenîstanê re neşand, ku piştî şerê 44 rojî Yêrêvanê ji Moskovayê re şand. Nîkol Paşînyan di 29’ê Îlona 2022’an de li ser vê mijarê bi eşkere gazincên xwe ji welatên ku wek hevalbend têne hesibandin, kir.
Salek û 4 meh di ser vê pirsê re derbas bû, lê tu agahiyek bê ka kengê derketiye holê. Hejmara pere, tarîx û cureyên peydakirina çekan jî nayê zanîn. Heta niha der barê veguhestina 200 heta 400 milyon dolarî de agahî hatin belavkirin.
Di 24ê Mijdarê de dema ku Nîkol Paşînyan bi awayekî zindî bersiva pirsên welatiyan da, senaryoyek muhtemel a çawaniya vegerandina pereyên mezin ên ku ji Moskowê re hatine şandin pêşkêş kir.