All NewsTop

Di rûniştina Konseya Ewlekariyê ya Ermenistanê de têkiliyên Ermenistan û Azerbaycanê hatin gotûbêjkirinê

Di bin serokatiya Serokwezîr Nîkol Paşînyan de Civîna Lijneya Ewlehiyê hatîe lidarxistin.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Ermenistanê, ji bilî endamên Konseya Ewlehiyê, Serokomarê Komarê Vahagn Xaçatûryan, Serokê Meclisa Neteweyî Alên Sîmonyan, Serokê Ofîsa Serokwezîr Arayîk Harûtyûnyan, Wezîrê Aboriyê. Serokê Lijneya Daîmî ya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê Sargîs Xandanyan jî Vahan Kêrobyan, Serokê Fraksiyona “Peymana Sivîl” a Meclîsa Neteweyî Hayk Konjoryan beşdarî rûniştinê bûne.

Li gor çavkaniyê di civînê de asayîkirina peywendiyên Ermenistan û Azerbaycanê, dabînkirina ewlehiya xwarinê ya Ermenistanê, sîstema otomatîkî ya rêveberiya hevbeş a hêzên çekdar ên Ermenistanê û mijarên din ên girêdayî ewlekariya Ermenistanê hatin gotûbêjkirinê.

Hat diyarkirin ku ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan, Wezîrê Parastinê yê Ermenîstanê Sûrên Papîkyan, Serfermandarê Artêşa Ermenîstanê Edward Asryan, Wezîrê Aboriyê yê Ermenîstanê Vahan Kêrobyan û rayedarên din ve agahî hatin dayînê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button