Înîsiyatîfa “Xaçerêyên Aştiyê” ku ji aliyê hikûmeta Ermenîstanê ve hatiye destpêkirin, gere bibe parçeyeke bingehîn a Korîdora Navîn. Wezîrê Aboriyê Vahan Kêrobyan derbarê vê yekê de got.
Li gor wî projeya “Xaçerêyên Aşitiyê” dikare bibe çavkaniya zêdekirina refaha xelkê Ermenistanê û dadmendiya civakî dabîn bike. “Ev bi wê yekê ve girêdayî ye ku pêşkeftina binesaziyê dê gihîştina kelûmelên cîhanî zêde bike,” wezîr zêde kir.