
Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê Alêxêy Ovêrçûk bal kişand ser geşepêdana têkiliyên bazirganî û aborî yên di navbera Rûsya û Ermenistanê de.
Ovêrçûk li ser vê yekê di çarçoveya rûniştina komîsyona nav-hikûmetî ya hevkariya aborî ya navbera Ermenistan û Rûsyayê ya li Erîvanê de axivîe.
Ovêrçûk di axaftina xwe de bi rojnamevanan re eşkere kir ku rûniştin ji bo pirsîn hevkariyê yên di warên aborî, veguhestin, perwerde û çandê de hatiye veqetandin û hema hemû rêyên hevkariyê tê de cih girtine.
Alîkarê serokwezîrê Rûsyayê gotîe: “Em di warê pêşxistina peywendiyên bazirganî û aborî yên navbera Rûsya û Ermenistanê de bi pêş ve diçin.”
Jixwe di civînê de bal kişand ser wê yekê ku Rûsya şirîkê sereke yê bazirganiyê yê Ermenistanê ye, di 9 mehên sala 2023an de qebareya bazirganiyê ya sala borî ji sedî 43,5 derbas kir û gihaşt 4,4 milyar dolarî.
Di danişînê de mijarên têkildarî hevkariya veguhestinê, başkirina xizmetên veguheztinê yên ji bo rêwiyan tên kirin jî hatin nîqaşkirinê.







