
Bihayê gaza ku ji Rûsyayê tê îthalkirin Ermenîstanê dê di sala 2024an de neguhere, li gorî vê yekê tarîfa ji bo xerîdaran jî nayê guhertinê.
Ev yek ji aliyê cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan ve hat ragihandinê.
“Heya niha agahiyên zelal li ber destê me hene ku di sala 2024’an de nirxê gaza li ser sînor nayê guhertin. Û ez bawer im ku li gorî wê tarîf jî nayê guhertin,” Grîgoryan gotîe.







