All NewsTop

Hejmarek ji welatên endamên Yekîtiya Ewropî piştgiriya tedbîrên bihêzkirina aştî û ewlehiyê li Kafkasya Başûr dikin

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan di çarçoveya rûniştina li Brukselê ya di formata Konseya Wezîrên Derve yên YE’yê de bi Wezîrên Karên Derve yên gelek welatên Yekîtiya Ewropayê û rayedarên YE’yê re hevdîtin pêk anîe.

Piştî civînan, wezîrên derve yên hejmarek ji welatên Yekîtiya Ewropayê piştî hevdîtinên ligel Ararat Mîrzoyan, li ser mîkrobloga xwe ya Xê not kirine.

“Bi wezîr Mîrzoyan ra hevdîtina başe. Wezîra Derve ya Belçîkayê Haja Lahbîb nivîsîe.

Wezîrê Karên Derve yê Maltayê Ian Borg diyar kirîe ku Malta wek welatê ku serokatiya Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê dike, dê piştgiriyê bide tedbîrên ji bo xurtkirina aştî û ewlehiyê li herêmê.

Wezîra Karên Derve ya Romanyayê Luminica Odobescu diyar kir ku welatê wê piştgiriyê dide rojeva hevkariya Yekîtiya Ewropayê ya bi Ermenistanê re. “Romanya amade ye ku bi Ermenîstanê re bi dualî, hem jî li ser asta YE kar bike,” wî nivîsî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button