All NewsTop

Wezareta Karên Derve bersiv da sûcdariyên Azerbaycanê yên der barê “Basyon” daye

Li ser daxwaza Sputnik Ermenîstanê, Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê li ser sûcdariyên Wezareta Karên Derve ya Azerbaycanê yên der barê dayîna wesayîtên zirxî yên ji Fransayê de nirxand.

Wezareta Karên Derve destnîşan kir: “Her welatek di çarçoveya serwerî û dadweriya xwe de dikare bi welatên din re di warên cûrbecûr de ji bo pêşxistina şiyanên ewlehî û berevaniyê hevkariyê bike.”

Di meha Mijdarê de Wezareta Derve ya Azerbaycanê ragihandibû ku ew biryara şandina wesayîtên zirxî yên Fransî bo Ermenîstanê şermezar dike û Parîs bi “milîtarîzekirina herêmê” tawanbar kir. Di 8’ê Kanûnê de Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan şandina wesayîtên zirxî ji bo Ermenîstanê weke “provokasyon” bi nav kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button