All NewsTop

Azerbaycanê 32 Ermenî, Ermenîstanê jî 2 leşkerên Azerbaycanê wê berdin

Komara Ermenîstanê û Komara Azerbaycanê hemfikir in ku firsendeke dîrokî heye ji bo bidestxistina aştiya ku demek dirêj li herêmê tê hêvîkirin. Di daxuyaniya hevpar a Ofîsa Serokwezîriya Ermenîstanê û rêveberiya Serokomariy Azerbêycanê da hatîe gotin ku her du dewlet niyeta xwe ya ji bo sererastkirina têkiliyên li ser esasê rêzgirtina prensîbên serwerî û yekparebûna axê û gihîştina peymana aştiyê dubare dikin.

Di encama danûstandinên di navbera ofîsa serokwezîrê Ermenistanê û rêvebiriya serokkomarê Azerbaycanê da, lihevkirinek hatîe kirinê ku di warê avakirina baweriyê de di navbera her du dewletan da gavên berbiçav bên avêtinê.

Komara Azerbaycanê bi pêşengiya nirxên mirovahî û wek nîşana dilnizmî 32 leşkerên Ermenî serbest berdide.

Ji aliyê xwe ve, Komara Ermenîstanê bi pêşengiya nirxên mirovahî û weke nîşaneya dilnizmî, 2 leşkerên Azerbaycanê azad dike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button