All NewsTop

Ji bo pêşxistina karsaziya jinan a li Ermenîstanê 10 milyon dolar wê were veqetandin

Akba Bank bi hevkariya Yekîtiya Ewropayê û Banka Ewropî ya Avakirin û Pêşketinê û bi piştgiriya Swêdê 10 milyon dolar çavkaniyên aborî kişandin.

Banka Akba dê pereyên ku tên berhevkirin ji bo fînansekirina jinên karsaz ên li Ermenîstanê bi rê ve bibe. Akba di çarçoveya bernameya “Di Karsaziyê de Jin” de fînanse kişand.

Ev înîsiyatîfa bi Yekîtiya Ewropayê û EBRDê re dê li Ermenîstanê karsaziyên piçûk û navîn ku rêvebirên wan jin in, hîn zêdetir pêş bixe. Karsaziyên ku li herêmên gundewarî dixebitin dê bibin pirsa deyndana bi pereyê herêmî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button