All NewsTop

Santrala nukleerê ya Ermenîstanê ji bo sektora enerjiyê ya welêt pir girîng e. Serokê Ermenistanê

Serokomarê Ermenistanê Vahagn Xaçatûryan beşdarî panela bi sernavê “Enerjiya Nukleerê Sifir” a ku di çarçoveya 28emîn Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Dûbayê hatîe lidarxistin da bûye.

Li ser santrala nukleerî ya Ermenîstanê, serokomar destnîşan kir ku rola vê santralê ji bo sektora enerjiyê ya welêt pir girîng e.

Xaçaturyan destnîşan kirîe ku ew ji sedî 25 heta 30ê kapasîteya enerjiyê ya Ermenistanê dide.

Serokomar bi bîr xist ku di destpêka salên 1990î de, dema ku ew şaredarê paytext Erîvanê bû, li Ermenîstanê gel bê gaz û ceyran dijiyan, lê piştî ku santrala nukleerê ya Ermenîstanê ji nû ve dest bi xebatê kir, jiyana wan gelek guherî. Li gorî wî, ev yek bû sedema geşbûna aborî ya welat û baştirkirina şêwaza jiyana xelkê.

Xaçaturyan bi bîr xist ku dema xebata santrala nukleerî ya Ermenîstanê heta sala 2026’an hatiye dirêjkirin û tê plankirin ku heta sala 2036’an were dirêjkirin, Xaçaturyan destnîşan kir ku Ermenîstan ji niha ve li ser avakirina santrala nukleerî ya nû difikire û bi DYA û Koreya Başûr re nîqaş tên kirin. , û pisporên rûsî diyar dikin ku santrala nukleerî bi kîjan kapasîteyê divê were çêkirin.

Vahagn Xaçatûryan amaje bi wê yekê nekiriye ku biryara çêkirina reaktorên nukleerî yên biçûk ên modularî bê dayîn û got ku gotûbêjên li ser wan berdewam in.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button