
Di meha Mijdarê de nûnerên Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî dîsa çûn seredana girtiyên ermenî, ku aliyê Azerbaycanê li ser wan agahdar kiribû, û Azeriyên ku li Ermenistanê dîl hatibûn girtin. Ev yek ji aliyê Îlaha Huseynova, seroka beşa têkiliyên giştî ya nûnertiya Azerbaycanê ya Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ji APAyê re ragihandîe.
Li gorî agahiyan, bi girtiyan re rû bi rû hevdîtin pêk hatine, şert û mercên têkiliya bi ferdên malbata wan re hatine çêkirin. “Li gorî erka xwe, Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî muameleya li ser girtiyan û şert û mercên girtina wan di dema serdanê de dinirxîne, şert û mercên berdewamkirina têkiliyan bi malbatan re an jî avakirina wan diafirîne. Li gorî rêgezên Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî, talîmatên der barê çavdêrî û serdanê de tenê ji kesên girtî re tên dayîn.”







