All NewsTop

Alên Sîmonyan di wê baweriyê de ye ku gere Ermenistan beşdarîna civîna bilind a Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê bibe

Serokê Meclisa Neteweyî ya Ermenîstanê Alên Sîmonyan di wê baweriyê de ye ku Ermenîstan bi nûneratiya serokwezîr Nîkol Paşînyan gere beşdarî Lûtkeya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê ya ku dê di meha Kanûna paşin de li Sankt Pêtêrsbûrgê were lidarxistinê, ku Ermenîstan dê serokatiya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê bike. 

Sîmonyan di civîneke rojnamevanî ya li Meclisa Neteweyî de, li ser pirsa beşdarbûn an nebûna civîna bilind a Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê helwestek wiha nîşan day.

“Em dibin serokê Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê. Di vê demê de biryar tune. Lê bi xwe ez wisa difikirim ku ji bo serokatiya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê werbigire, gere Ermenistan beşdar bibe, ji ber ku em serokatiya vê pêkhateyê digirin. Û ew niha hawîrdora meya aborî peyda dike, “gotîe  Sîmonyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button