All NewsTop

Blînkên bi serokên Ermenistan û Azerbaycanê ra bi telefonê axivîne

Wezîrê Derve yê Amerîka Êntonî Blînkên bi rêya telefonê ligel Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan axivîe û behsa hewlên ji bo pêkanîna aştiyê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de kirîe û piştevaniya Waşîngtonê bo serwerî û yekparçeyiya axa Ermenistanê diyar kirîe. Ev di peyama Wezareta Derve ya Amerîkayê de hatîe gotinê.

“Wan piştgiriya DY ji bo hewildanên ji bo gihîştina peymanek aştiyek mayînde û bi rûmet di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de gotûbêj kirine. Wezîrê Karên Derve piştgirîya berdewam a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji bo serwerî û yekparebûna axa Ermenistanê dûpat kir û bal kişand ser hewildanên ji bo zêdekirina hevkarîya dualî bi Ermenîstanê re ji ber ku em dixebitin ku piştgirî bidin vîzyona wê ya ji bo pêşerojek dewlemend û demokratîk.”

Êntonî Blînkên her wiha pêwendiyeke telefonî bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyêv re kir û “Peymana SerokAlîyêv ya ji bo pêkanîna peymaneke aştiyê ya mayînde û bi rûmet di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de” pêşwazî kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button