Em civînên di formata 3+3 de wek formatekê dibînin ku welatên herêmê yên ku helbet pirsgirêkên wan hene, wek cîran li ser wan gotûbêjan bikin. Nûnerê Taybet ê YEyê yê ji bo krîza li Kafkasya Başûr û Gurcistanê Toivo Klaar ji Armenpressê re wiha got.
“Di heman demê de, ez vê yekê jî fêm dikim ku bi kêmanî di destpêkê de têgihîştinek hebû ku bi rastî nakokî, peymana aştiyê, çareserî di vê formatê de nebe pirsa nîqaşê. Ji ber vê yekê, dîsa, ji bo me ya herî girîng pêşkeftin e, û li ser kîjan platformê pir kêmtir girîng e. Lê em di wê baweriyê de ne ku di rastiyê de li gorî me ti sedemeke rast nîne ku em nekarin di proseya çareseriyê de pêşketineke cidî bi dest bixin, ji ber ku pirsên li ser maseyê li ber destê me pir kêm in û em di wê baweriyê de ne ku carek pir hatine gotûbêjkirin. Ji ber vê yekê em bi rastî tu sedemek nabînin ku çima em nikaribin pêşde biçin û çima Azerbaycan û Ermenistan nikaribin pir zû ber bi asayîkirina têkiliyan bimeşin, “Klaar gotîe.