All NewsTop

Keyaniya Yekbûyî dixwaze hevkariya bi Ermenistanê re kûrtir bike. Lêo Dokêrt, Nîkol Paşînyan

Serokwezîr Nîkol Paşîînyan, Wezîrê Karên Ewropayê yê Brîtanya Mezin û Îrlanda Bakûr Lêo Dokêrty qebûl kirîe.

Serokwezîr diyar kirîe ku têkiliyên navbera Ermenistan û Îngilîstanê xwedî karaktereke aktîf in û bal kişand ser girîngiya civîna yekemîn a diyaloga stratejîk a di navbera Ermenîstan û Îngilîstanê da ku di van demên dawî de pêk hatîe. Nîkol Paşînyan anî ziman ku di wê baweriyê de ye ku hevkariya Ermenî-Brîtanya xwedî potansiyeleke mezin e û serdanên hevdu yên di asta bilind de dê bibe sedema pêkanîna wê.

Li ser pirsên pêvajoya birêkûpêkkirina peywendiyên Ermenistan û Azerbaycanê jî axaftin hatine kirinê. Di hevdîtinên sêalî yên 14ê Gulan û 15ê Tîrmeha 2023an de li Brûsêlê hatine kirin de bal hat kişandin ser girîngiya berdewamkirina pêvajoya aştiyê ya li ser esasên ku li ser li hev kirine.

Pirsgirêkên însanî yên zêdeyî 100 hezar kesên ku ji ber siyaseta paqijkirina etnîkî ya Azerbaycanê li Qerebaxa Çiya bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne û herwiha gavên ku dewleta Ermenistanê ji bo derbaskirina wan avêtine, hatin gotûbêjkirin. Di vî warî de bal hat kişandin ser alîkariya mirovî ya civaka navneteweyî ya ji bo gelê Qerebaxê.

Li ser aştî û îstiqrara navçeyî û pirsên din ên berjewendiya herdu aliyan jî nêrînên xwe hatin guftûgokirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button