
rmenîstan ji Azerbaycanê ra pêşniyar dike ku pirsgirêkên eql û enklûban çareser bike. Ev yek ji aliyê Serokwezîr Nîkol Paşînyan va di rûniştina Meclîsa Parlamenteran a Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê ya 18’ê Çirîa Paşin li Êrîvanê da gotîe.
Weke mînak herêma Artsvaşenê ku beşek ji axa Ermenîstanê ye, zêdeyî 30 sal in di bin dagirkeriya Azerbaycanê da ye.”
Serokê hikûmetê bal kişand ser wê yekê ku gelek gumanbar e ku Komara Ermenistanê di bin palpiştiya herî bilind û di asta fermî da li Azerbaycanê dest bi navê “Azerbaycana Rojava” kirîe. Her wiha Ermenîstan di dibistan, zanîngeh û di medyaya Azerbaycanê da bi vî rengî tê pêşkêşkirinê.
Ev dixuye ku amadekariyek ji bo organîzekirina êrîşeke leşkerî ya nû li dijî Ermenistanê ye. Li gorî serokwezîr, ev yek jî yek ji astengên sereke ye li pêşiya pêşketina pêvajoya aştîyêe.