All NewsTop

Ji aliyê Brukselê ve xebat hene, pêşniyarên Moskovayê hene, niha hevdîtineke birêkûpêk nîne. Marûkyan

Di derbarê sererastkirina peywendiyên Ermenistan û Azerbaycanê de gelek pêşniyarên hevdîtinan hene, ji aliyê Brukselê ve jî xebat hene, ji Moskowê jî pêşniyar hene, Ermenistan dê biryarê bide, niha hevdîtinek pêk nehatiye. Balyozê Karên Taybet ê Ermenîstanê Êdmon Marûkyan di hevpeyvîna xwe ya bi Televîzyona Giştî re ev tişt gotîe.

Bersiva tohmetên nûnerê fermî yê Wezareta Derve ya Rûsyayê jî got:

“Gelo Rojava di 19ê Îlonê de rê neda hêzên aştîparêz ên Rûsyayê ku li dijî Qerebaxa Çiyayê hêzeke leşkerî bikar bînin û paqijiya etnîkî bikin?

Rojava rê neda ku aştîparêzên Rûsî korîdora Laçîn vekin?

Gelo Rojava li gorî daxuyaniya sêalî rê li ber aştîparêzên Rûs girt ku xeta têkiliyê biparêzin?

Rojava jî gunehên wê hene, ew jî di wê yekê de ne, ku demeke dirêj bi rejîma Azerbaycanê bawer dikir, bi hêviya ku bi Azerbaycanê re peywendiyên avaker biparêzin û Bakû jî li ser platformên rojavayî li hev bikin.

Divê Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf derbarê yekparçeyiya axa Ermenistanê de helwesteke zelal nîşan bide. Eger helwesteke wisa zelal hebe, ev tê wê wateyê ku Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf erkên xwe bi cih neaniye. Çima wê wan pêk neanîn? Ger bibêjin me serlêdan nekir û ji ber vê yekê gav nehat avêtin, em dikarin bibêjin ku me gelek caran serlêdan kir. Ji ber vê yekê pirsek biryareke siyasî ye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button