
Hevkariya me ya dualî bi yekî re ne li dijî yê din e. Em di bin maseyê de bi rojeveke veşartî ti peymanên reş nakin. Di hevpeyvînekê de ligel “Armenpress”ê, Pêtêr Stano, berdevkê sereke yê karûbarên derve yê Yekîtiya Ewropayê, behsa vê yekê kirîe û amaje bi daxuyaniya Wezareta Derve ya Azerbaycanê kirîe, ku tê da bi tundî rexne li YEyê hatîe kirinê, û heta gef jî hat kirin.
“Yê ku bêîstiqrariyê provoke dike ne Yekîtiya Ewrûpa ye. Yê ku gavên leşkerî yên yekalî diavêje ne Yekîtiya Ewrûpa ye. Lê ya ku me di meseleya Qerebaxê de dît, tevgereke leşkerî ya yekalî bû, tevî temînatên ku berê hatibûn dayîn ku pirsgirêk bi rêyên leşkerî çareser nabe jî operasyona leşkerî hat destpêkirinê”: wî gotîe.
“Em li cihê ku pêwîst be amade ne ku beşdarî proseya asayîkirina têkiliyên navbera Ermenistan û Azerbaycanê bibin an jî berdewam bikin. Me piştî civîna Konseya YEyê û Civîna Wezîrên Karên Derve jî ev yek dubare kire”.
Em amade ne ku di vê pêvajoyê de xizmetên xwe bidomînin ji ber ku di dawiyê de her du alî li me geriyan piştî ku wan fêm kir ku Rûsya ne navbeynkarek rast e, dema ku wan fêm kir ku ew bi rastî nikarin pişta xwe bi Rûsyayê ve girêbidin ji ber ku Rûsya bernameya wî ya veşartî heye.