All NewsTop

Pêvajo ji cî dileqe. Alîkarê Wezîrê Karên Derve li ser biryara YE’yê ya ji bo destpêkirina muzakereyên bi Ermenîstanê re li ser serbestkirina vîzeyê

Ermenîstan biryara Konseya Wezîrên Derve yên YE’yê ya ji bo destpêkirina muzakereyên serbestberdana vîzeyê bi Ermenîstanê re pêşwazî dike.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Paryûr Hovhannîsyan di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re bal kişand ser biryara Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê.

Alîkarê wezîr destnîşan kir ku pirsên serbestberdana vîzeyê yek ji pirsên herî tevlihev ên rojeva Ermenistan û YEyê ye. “Biryara Encumena Wezîrên Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê, behsa destpêkirina muzakereyên li ser serbestkirina vîzeyê bi Ermenistanê re dike. Bi vî awayî pêvajo ji cihekî derbasî cihekî bûye. Girîng e ku ti welatek îtîraz nebû, ji ber ku peydakirina wê lihevkirinê dijwar e. Ev pêşveçûnek pir erênî ye. Em ê bi awayekî aktîf bi Yekîtiya Ewropa û welatên endam re xebatên xwe bidomînin da ku ev pêvajo bi qasî ku pêkan be leztir bibe.” – Hovhannîsyan gotîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button