All NewsTop

Bihêzkirina kapasîteya çavdêrên Yekîtiya Ewropayê dê aramiya li ser sînorên me hîn xurtir bike. Cîgirê Wezîrê Derve

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Paruyr Hovhannisyan amaje bi biryara Konseya Wezîrên Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo berfirehkirina mîsyona çavdêriyê ya Yekîtiya Ewropayê ya li Ermenîstanê kir.

Paruyr Hovhannisyan di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re da zanîn ku ev demeke dirêje mijara berfirehkirina mîsyona çavdêriyê ya YE li Ermenîstanê tê nîqaşkirin. “Biryarek heye ku hejmara çavdêran were berfirehkirin, ji bo bihêzkirina şiyanên wan, ev yek dê rê bide ku karekî aktîftir bi çavdêriyê re were meşandin, raporên guncaw ji Bruksel û welatên endam re were şandin. Tiştek ku bê guman dê aramiya sînorên me hîn xurtir bike.”

Got jî: heta niha ne dîyare hejmara çavdêrên Yekîtîya Awropa dê çiqas zêde bibe, lê wî bîr û bawerî anî ziman ku divê hijmareka guncaw bê dabîn kirin, daku kar bi bandortir bê kirin.

Hovhannisyan eşkere kir ku behsa zêdekirina hejmara çavdêran û bihêzkirina şiyanên wan e.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button