All NewsTop

Ermenistan û Îran dikarin cildên projêya “gazê ji bo elektrîkê” sê qatan zêde bikin. balyoz

Ermenistan û Îran dikarin cildên projêya “gazê ji bo elektrîkê” sê qatan zêde bikin. Balyozê Îranê yê li Ermenîstanê Mêhdî Sobhanî di hevpeyvînekê da ligel “Civîlnet”ê derbarê vê yekê da gotîe.

“Di navbera her du welatan da xeta gazê heye û me 2 meh berê peymana “gaza ji bo elektrîkê” dirêj kirîe. Di peywendiyên her du welatan da gaveke mezin û stratejîk bûye. Bi saya vê peymanê em ê bikaribin li hember gazê îthalata elektrîkê ya ji Ermenistanê, sê qat û çar qatan zêde bikin. Bi Ermenîstanê re planên me yên pir baş hene. Xeta me ya sêyem veguheztina elektrîkê heye, ku ez hêvî dikim ku di mehên pêş de were temam kirin,” wî got.

Balyoz bi bîr xist ku par qebareya bazirganiya navbera Ermenistan û Îranê 711 milyon dolar bûye. Wî hêvî xwest ku îsal ev hejmar bigihe milyarek.

“Projeya rêya Agarak-Kacaranê ya 32 kîlometreyî jî heye ku di heman demê de xwedî girîngiyeke stratejîk e û mezintirîn projeya ku di navbera hikûmeta Ermenîstanê û şîrketên Îranê de hatiye îmzekirin.” – Bayloz zêde kirîe

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button