All NewsTop

Yekîtiya Ewropayê fonên mirovahî yên ji bo Ermenîstanê bi qasî 1,7 mîlyon euro zêde dike

Komîsyona Ewropî ji bo piştgirîkirina kesên ku ji Qerebaxê koçî Ermenîstanê bûne, fonên mirovahî yên Ermenîstanê bi qasî 1,7 mîlyon Euro zêde dike. Ev yek di peyama ku ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Parastina Sivîl û Alîkariya Mirovî ya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê va hatiye weşandin da hatîye diyarkirinê.

“Dravdana nû dê ji bo bihêztirkirina alîkariya mirovî ya Yekîtiya Ewropî ji mirovên bêwar ra, peydakirina alîkariya diravî, stargeh, ewlehiya xwarinê û debara jiyanê, parastin û lênihêrîna tenduristî were bikar anîn,” wê gotîe.

Komîserê Ewropî ji bo Rêveberiya Krîzê Janêz Lênarçîç gotîe ku YE fonên mirovahî zêde dike da ku zivistanê amade bike.

YE bi bîr dixe ku ev dirav ji bilî 10,45 mîlyon Euroyî ye ku berê ji hêla Komîsyonê va hatî ragihandin, fonên giştî digihîje zêdetirî 12 mîlyon €.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button