
Têkiliyên bazirganiyê yên bi Rûsyayê ra ji bo Ermenîstanê girîng in, lê hukûmeta me heman demê da hewil dide ku têkiliyên aborî yên biyanî warên din da jî zêde bike.
Wezîrê Aboriyê yê Ermenîstanê Vahan Kêrobyan li Meclisa Neteweyî da axaftina xwe ya bi rojnamevanan ra gotîe.
Wezîr amaje bi qedexekirina hinartina konyak li xala kontrolê ya Larsa Jorîn jî kir û got ku niha danûstandinên bazirganî da warên cuda da bi awayekî asayî tên kirinê.
Kerobyan gotîe. “Pirsgirêka ku ev çend roj bû niha jî holê rabûye.”
Wî zêde kir kû hindek kompanyayên hinardeyî bi ferîbotan dikin û di wî warî da ti pirsgirêk nîne.
Wezîr di pêvajoya hinardekirina ji Ermenîstanê bo Rûsyayê da tu astengî nabîne.
Kêrobyan gotîe – “Pêwendiyên bazirganiyê yên bi Rûsyayê ra ji bo me gelek girîng in û em wan pêşdixin. Lê em di heman demê da hewldan, çavkanî û wextê girîng xerc dikin da ku têkiliyên xwe yên aborî yên derve di warên din da jî cihêreng bikin.”
Hikûmet di aliyên din da jî potansiyeleke mezin dibîne. “Em pir nêzîkî derbaskirina 1 mîlyar dolar bazirganiya dualî ya bi Almanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ra ne: Kerobyan zêde kirîe.







