
Endamên Meclîsa Neteweyî Rostam Bakoyan û Artûr Hovhannîsyan di 31’ê çirîa paşin da Sefîrê Ermenîstanê yê Almanyayê Vîktor Rîxtêr qebûl kirîne.
Rostam Bakoyan bal kişand ser geşedana dînamîk a têkiliyên Ermenistan-Almanya û têkiliyên dostane. Alîkarê serokê komîsyonê der barê pêvajoyên dawî yên li welatê me da agahî da balyoz û diyar kir ku Ermenistan û gelê Ermenî bi zor û zehmetiyan re rû bi rû ne. “100 hezar ermeniyên ji Qerebaxa Çiya bi darê zorê hatin koçberkirin û hatin Ermenistanê. Piştî şerê sala 2020’an Azerbeycan bi berdewamî êrîşî xaka serdest a Komara Ermenîstanê dike û ev xeterî îro jî hene.”
Rostem Bakoyan gotîe, zêdetirî 9 mehan e Azerbeycanê 120 hezar nifûsa Ermeniyên Qerebaxa Çiya di bin dorpêçê da hişt û piştî wê jî di 19ê Îlonê da êrîşa leşkerî bi hemû encamên wê ra pêk hat. Bi gotina cîgirê serokê komîsyonê, hêzên aştîparêz ên Rûsî di wê rewşê da erkên xwe yên li gor rêkeftina sê alî cih neanîn, di encamê da bi sedan Ermenî hatin kuştin, gelek ji wan jî hatin sinetkirin û rûreşkirin.







