
Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê, serdanên asta bilind ên 10 rojên dawî da bi beşdariya Wezîrê Karên Derve Ararat Mîrzoyan pêk hatin, kurtejiyan kirîe.
Van 10 rojên dawîn da Sekretera Giştî ya La Frankofonîaê Louîz Mûşîkîwabo serdana Ermenîstanê kirîe.
Wezîrê karên dervea yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan ji bo beşdariya li rûniştina platforma şêwirê ya “3+3″ê serdana Tehranê kirîe û li wir bi Serokomarê Îranê û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê ra hevdîtinek pêk anîe.
Wezîra derve ya Kanadayê Mêlanî Jolî bi serdaneka fermî serdana Ermenistanê kirîe, ku ev yekem seredana wezîrê derve yê Kanadayê ye bo Ermenistanê piştî serxwebûna Ermenistanê û di merasima vekirina balyozxaneya nişteçîê a Kanadayê da beşdar bûye.
Wezîrê Karên Derve û Bazirganiyê yê Macarîstanê Pêtêr Sîazto da serdaneke xebatê da li Ermenîstanê bûye. Serdana yekem li ser asta wezîrê dervea piştî vegerandina peywendiyên dîplomatîk di navbera her du welatan da.
“Di rojeva serdanan da pirsên cuda yên têkiliyên dualî yên Ermenîstanê, geşedanên herêmî, hevkariya Ermenistan û Yekîtiya Ewropayê, hevkariya li ser platformên piralî, paqijkirina etnîkî ya Azerbaycanê ya li Qerebaxê û nirxandina mafên gelê Qerebaxê hatine kirinê.







