All NewsTop

Hindistan li ser pirsa dayîna komek nû ya çekan ji Ermenîstanê ra nîqaş dike

Hindistan li ser îhtimala dayîna komek nû ya çekan ji Ermenîstanê ra difikire. The Economic Times li ser vê yekê dinivîse.

“Hindistan difikire ku komeke nû ya çekan bide hevalbendê xwe yê stratejîk Ermenîstanê li Kafkasya Başûr, piştî radestkirina serketî ya yekem par sala borî.” rojnameyê dinivîse.

Hat destnîşankirin ku herî dawî ji Ermenîstanê rayedarekî payebilind hatîe Dêlhîya Nû û di vî warî da gotûbêj kirine. Kovar tekez dike ku Hindistan ji bo Ermenistanê bûye welatekî pêbawer a çekan.

Di derbarê radestkirina nû de hêj hûrgilî tune ne, lêbelê, wekî ku rojnameyê diyar dike, çavdêrên ermenî, ku xwestin navê xwe nenas bimînin, gotin ku dibe ku ev kom alavên ku dê di rewşek pevçûnek bi Azerbeycanê re bibin asteng.

Barkirina herî dawî ya çekan ku ji hêla Hindistanê ve ji Ermenistanê re hatî peyda kirin, roketavêjên pir-lûle yên Pinaka, çekên dijî tank, rokêt û cebilxaneyên din hebûn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button