All NewsTop

Ermeniyên li Qerabaxê mane, bêyî çavdêrî destûr nayê dayînê ku bi xizmên xwe re biaxivin. Lîndsî Snêll

Rojnamevana navneteweyî ya navdar Lîndsî Snêll ku nakokî û encamên wan dişopîne, mehek piştî paqijkirina etnîkî li Qerebaxê vîdyoyek li ser mîkrobloga xwe ya tora civakî X weşandîe, ku tê da jinek ji Qerebaxê dibêje ka bavê wê çawa li ser biryara xwe rijd bû û maye li Qerabaxê.

“Ez bi keça yek ji çend kesên ku li Qerbaxê mane re axivîm. Medya dewletê ya Azerbaycanê vê dawiyê pesnê xwe da ku Azerbaycan xizmetên telekomunîkasyonê yên herêmî ava dike, lê Ermeniyên mayî yên li Qerebaxaê pêwendiya înternetê û têlefonên desta tune ne û destûr nayê dayîn ku bi hezkiriyên xwe re bê çavdêrî biaxivin. Û di çarçoveya “ji nû ve entegrasyona” Azerbaycanê de, rayedarên Azerbaycanê pasaportên ermenî yên ku li wir mabûn desteser kirin, lê pasaporta Azerbaycanê nedan wan. Ev tê wê wateyê ku ermeniyên ku li Qerebaxa Çiyayî mane niha ne xwediyê hemwelatiyê ne,” rojnamevanê navdar dinivîse.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button