All NewsTop

Azerbaycan “ji ber atmosfera zextê” li ser platforma Brûsêlê muzakereyê red dike

Çend roj berê nûnerê taybet ê YEyê yê ji bo krîza Qefqasyaya Başûr û Gûrcistanê Toîvo Klaar ragihandibû ku vê  dawiyê da Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Şarl Mîşêl, Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyêv hevdîtin pêk nayê.  Klaar ev yek bi kêmbûna demê ve girêdide.

Rayedarekî YE gotîe – “Armanca me ew e ku Ermeniyên Qerebaxê vegerin malên xwe. Rayedarê YE’yê bal kişand ser civîna Granadayê ku Îlham Alîyêv tê da beşdar nebû, niha em hewl didin ku li Brûsêlê di navbera Paşînyan û Alîyêv da hevdîtinek pêk bînin.”

Piştî vê daxuyaniyê ji aliyê ermenî va li ser asta serokwezîr û wezîrê karên derva hat ragihandinê ku aliyê ku muzakereyan red dike dîsa Azerbaycan e û ev cara duyemîn e hevdîtina li ser platforma Brûsêlê red dike.

Beriya wê jî medyaya Azerbaycanê wan rojan bi hincetên curbecur hewl dida kû redkirina danûstandinan bi îdiaya “helwesta alîgir” a Rojava rewa nîşan bide û îdia dike ku alikarîa bi wê platformê tineye.

Serokê Navenda Analîzên Peywendiyên Navdewletî, ku nêzîkî hikûmeta Azerbaycanê ye, Ferîd Şafîyêv jî ragihandîe, ji ber bûyerên vê dawiyê, “Bakû, Ewropayê weke navbeynkarekî bêalî nabîne”. Wî bal kişande ser wê yekê ku “niha li ser sehneya ewropî li Brûsêlê, atmosferek heye ku fişarê li Azerbaycanê dike û Fransa roleke mezin di avakirina wê da dilîze.”

“Me di formata Brûsêlê da gelek destkeftî bi dest xistine, lê rastî ev e ku rewşa niha Azerbaycanê dest nade. Jixwe şert û mercên hevdîtina rasterast û bêyî navbeynkaran bi Ermenîstanê ra hene. Hûn dikarin ji bo wê civînê ciyên cihê hilbijêrin, ya herî nêzîk Tiblîs e. Lê pirsgirêk ne cîh, lê formata sereke ye. Ji ber bûyerên dawî em Ewrûpayê wek navbeynkarekî bêalî nabînin, pirsgirêk ev e.”

Ji bo Bakûyê “navbeynkarê bijarte û bêalî” Rûsya ye, wek ku Serokê Azerbaycanê Îlham Alîyêv berê jî gotibû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button