Ermenîstanê gelek caran daye zanîn ku pirsgirêk ne platformên cuda yên muzakereyên bi Azerbeycanê ra qebûl dikin. Armanca sereke ya Ermenîstanê sererastkirina têkiliyên bi cîranên xwe re ye.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Vahan Kostanyan di civîneke çapemeniyê da li ser taloqkirina hevdîtina Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Şarl Mîşêl Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û Serokomarê Azerbaycanê daxuyanî daye. Îlham Alîyêv ku biryar bû dawiya meha Çirîa paşin bihata kirinê.
“Me gelek caran ragihandiye ku pirsgirêk ne platform in, armanca me ya sereke sererastkirina têkiliyên bi cîranên me re ye û erê, em ê di vî warî da xebatên xwe bidomînin.” Kostanyan gotîe.