Vîvêk R’amasvamîyê nemzadê sedrê WAY derge-dîwanê WAY seva p’erekirina Adrbêcanê t’enqîdkirîye, k’îjanê Arsaxêda t’emizkirina ÿt’nîkîyê derbazkirîye.
“Me’dê min ij wê yekê levdik’eve, wekî nav 20 sala k’oma meye sîasîya dereke mecal daye dîktatûra Adrbêcanê berva “sîlih’ê Amêrîkayê”, k’îjan niha seva köþtina emrenîyê xaçp’arêz têne xevtandinê. Niha em dibihên, wekî t’emizkirina ÿt’nîkîyê Arsaxêda bes nînbû û wekî Adrbêcanê nesekine, h’etanî Ermenîstanê nîvîneke û sivdera zangêzûrêye t’ev T’irkîayê veneke.
R’amasvamî bona e’melê r’astkirina 907-a pêþda hatîye, k’îjanê k’omeka e’skerîyêye seva Adrbêcanê qedexeke, bi h’esavkirina lap ne r’ast, wekî WAY k’omekê dide Ûkraînayê, lê ç’e’vê xwe ser k’aûsa QÇ’-da dadide.