
Serokê Amerîkayê Jo Baîdên li Qesra Spî Serokê Konseya Ewropayê Şarl Mîşêl û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ûrsûla von dêr Lêyn qebûl kirîe û pişt ra der barê lûtkeya DYA-YEyê da daxuyaniyeke hevpar dane.
“Em li ser avakirina aştiya bi îstîqrar navbera Ermenistanê û Azerbaycanê da ne, ku li ser bingeha hevdu naskirina serwerî, destnedana sînoran û yekparebûna axê ye.
Em bang li Azerbaycanê dikin ku maf û ewlehiya kesên ku li Qerebaxê mane û her wiha yên dixwazin vegerin malên xwe xay bike.
Her wiha em bang li hemû aliyan dikin ku li gorî prensîba nebikaranîna hêzê bin.”







