Di 23ê Çirîa paşin civîna duda ya wezîrên karên derva yên Rûsya, Tirkîya, Azerbaycanê û Ermenistanê li ser pirsên Transkafkasyayê bi forma “3+3” li Têhranê bê derbaskirinê.
Beşdarên civîna duyemîn a bi formata “3+3” dê rewşa Başûrê Kafkasya û xebatên berfirehkirina hevkariyên herêmî yên di warên siyasî, aborî, ewlehî, transît û enerjiyê da gotûbêj wê bikin.
Berî niha Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan razîbûna xa dabû ku civînekê bi forma “3+3” ku ji aliyê Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyêv ve hatibû pêşniyarkirinê, were lidarxistin.
Berdevka Wezareta Derve ya Ermenistanê Anî Badalyan li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihandîe, wekî Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan wê beşdarîna civîna “3+3” bive.
Li gorî wî va serdanê da hevdîtinên dualî jî tên plankirinê.
Ermenistan, Azerbaycan, Gurcistan û her wiha Îran, Rûsya û Tirkiye di platforma şêwra herêmî da ne.