
Min di hevdîtina bi Seroka Komîteya Mafên Mirovan û Alîkariya Mirovî ya Parlementoya Bûndêstagê xanima Rênata Alt û endamên komîteyê ra pirsên ku nûnerên civaka Êzidî yên hevwelatiyên xwe eleqedar dike anîn ziman. Parlamenterê Fraksiyona “Peymana Sivîl” Rostem Bakoyan li ser vê yekê notek daye.
“Ezdîyên ku ji jenosîda Şingalê rizgar bûne û li çend welatên Ewropayê û di nav wan de Almanya bi cih bûne, nîgeran in ku ji bo Iraqê bên vegerandin û di encamê da rastî çend pirsgirêkan bên.
1. Nûnerên civaka Êzidî ji ber ku neheqiyên li wan tên kirin û tiştên li Ewropayê hatine kirin anîn ziman, wê bikevin girtîgehê.
2. Terorîstên “Dewleta Îslamî” li Iraqê li ber çavan in, û bi awayekî xwezayî bi hezaran keç û jinên ku ji koletiya seksî reviyan, bi dîtina destdirêjkerên xwe piştî vegerê rastî trawmayê dibin.
3. Êzidiyên li Şengalê cih û warên xwe nînin, ji ber ku malên wan wêran bûne, binesaziya wan nayê kirin, dê bişînin kampa penaberan a ku şert û mercên nemirovî lê hene.
Li ser vê yekê Xanim Alt soz da ku mijarên navborî di navenda bala xwe de bihêle.” Bakoyan nivîsand.







