
Pirraniya mezin a kesên bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine derxistin berê hatine hesab kirin. Serokê Daîreya Koç û Hevwelatîbûnê ya Wezareta Karên Navxweyî Armên Xazaryan di 20ê Çirîa Paşin da wedê brîfîngekê da ev tişt gotîe.
Me daneyên 101 hezar û 848 kesên ku ji Qerebaxa Çiya bi darê zorê koç kirine hatine qeydkirin û tesbîtkirin ku ji wan 48 hezar û 964 mêre û 52 hezar û 884 jî jin in.
Armên Xazaryan her wiha da zanîn ku di nav kesên ku hatine tomarkirin da, hejmara nûnerên nifşê mezin ên welatiyên ser 65 salî 12 hezar û 404 kes û yên di bin 19 salî de jî heta 30 hezarî ye.







