All NewsTop

Ermenîstanê rewşa xwe baştir kiriye. Wedê rûniştina giştî ya Rêxistina Hevkarî û Pêşketinê ya Aborî ya ku li Parîsê hatîe lidarxistinê de, xalên herî bilind ji serxwebûna pergala dadwerî ya Ermenîstanê ra hatîe dayînê

Şandina bi serokatiya Wezîrê Dadê Grîgor Mînasyan beşdarîna danûstandinên di navbera ekîba nirxandinê ya Rêxistina Hevkariya Aborî û Pêşketinê ya tora dijî gendeliyê û şanda Ermenistanê bûye û piştre jî di rûniştina giştî ya koma rêveberiya tora dijî gendeliyê daye.

Armanca serdanê muzakere û qebûlkirina pêşnûmeya raporta li ser nirxandina tora dijî gendeliyê ya Rêxistina Hevkarî û Pêşketinê ya Aborî “Li Ermenistanê reformên dijî gendeliyê” bûye. Di nirxandinê de 9 qadên performansê hene, ku ne tenê çalakiyên meqamên zagonsaz, cîbicîkar û dadwerî yên Ermenîstanêye, saziyên serbixwe û xweser, ajansên dadrêsî, lê di heman demê da li ser çalakiyên saziyên qanûnî yên sektora taybet, rêxistinên bi dewletê ra jî vedihewîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button