
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan dê di 18ê Çirîa Paşin de li Strasboûrgê di rûniştina giştî ya Parlamentoya Ewropayê de biaxive. Ev yek ji aliyê seroka Parlamentoya Ewropayê, Robêrta Mêzzola va hatîe gotinê.
“Min serokwezîrê Ermenîstanê gazîkirîe wekî di rûniştina giştî de axaftinekê bike. Di 18’ê Çirîa Paşin de li Strasboûrgê wê bive.” – Wî di konfêranseka nefermî bi rojnamevanara gotîe wedê lûtkeya Yekîtiya Ewropayê de li Granadaê.
Mêtsola bi bîr xist ku di 5’ê Çirîa Paşin de Parlamentoya Ewropayê der barê rewşa Qerabaxê de biryareke bi gotineke gelekî tund qebûl kirîe.
“Niha em ê li ser qeyrana însanî bisekinin, bi gotineke din çawa alîkariya Ermenîstanê bikin ku penaberan alîkarî bidin, bi deh hezaran kesên ku di nav çend saetan de jiyana xwe ji dest dane ji ber ku neçar mane û revîne. Lê ez hemî hewildanên kêmkirina rageşiyê jî pêşwazî dikim,” wî gotîe.
Serokê Parlementoya Ewrûpayê hêviya xwe anîe ziman ku hevdîtinên bi serokê Konseya Ewrûpayê, serokkomarê Fransayê û serokwezîra Almanyayê ku berpirsiyarê peywendiyên bi rayedarên Ermenistan û Azerbaycanê re ne, dê bibe sedema encamên berbiçavtir.







